Polîsan êrîş bir ser mîtînga jinan a Kadikoyê: 4 jin hatin destgîrkirin

Mitînga Partiya Çepên Kesk a li Parka Yogûrtçû ya li Kadikoyê bi coş bi dawî bû. Polîsan bi hinceta rengên kesk û sor û zer ên jinan li xwe kirin, 4 jin bi lêdanê destgîrkirin.

Mitînga Partiya Çepên Kesk a li Parka Yogûrtçû ya li Kadikoyê bi coş bi dawî bû. Polîsan bi hinceta rengên kesk û sor û zer ên jinan li xwe kirin, 4 jin bi lêdanê destgîrkirin 

Mitînga jinan a Partiya Çepên Kesk bi dirûşmeya “Em li vir in em ê bi jinan re biguherînin” li Parka Yogûrçû a navçeya Kadikoy a Stenbolê li dar xist bi coş bi dawî bû. Lê dema jin bi dirûşmeya “Jin jiyan azadî” belav dibûn polîsan bi hinceta laçikên bi rengên kesk û sor û zer hatin xemilandin êrişî jinan kir. 

Polîsan 4 jin bi lêdanê destgîrkirin. Piştî ku jinên din bertek nîşanî destgîrkirinan dan demekê gengeşî derket. 4 jinên ku bi lêdanê hatin destgîrkirin birin Qereqola Rihtimê. 

Jinên din ên li qadê tundiya polîsan û destgîrkirin bi berzkirina dirûşmeya “Jin jiyan azadî” şermezar kir.